" إن من ينكر وجود الشعب الكوردي في سوريا كمن ينكر وجود نهري الفرات ودجلة"

  ÇáÍÒÈ ÇáÏíãÞÑÇØí ÇáßæÑÏÓÊÇäí Ü ÓæÑíÇ 

 

Helbestek diyarî bo şoreşê, ciwanên kurd û şehîdan

 


Ba serê me sax be

Lê dilê me şa be

Hêviya me heye

Serkeftin a me ye


Ew dê rabe rabe

Roj an mehek mabe

Vîna gel biryar e

Ji demê re hişyar e


Ba serê me sax be, şehîd çûn ji nav me yekcar

Lê li bîra me mane, weku şêrên nirxdar

Şev û roj digotin me, de dest bi dest em rabin

Mîna Dera û Hums û Dêrê, ma em ne wek wan bin?

Tirsa salan di dilê me de, wek şûşekê şikandin

Li şûna wê cih girt cegerî, em pê xemilandin

Çavên me li zêç û zarowan, çaralî gazî û hawar

Bi wan ve diçin em bi hev re, û serî dişikînin li Beşar

Dawiya wî hatiye, xwest nexwest bi darê zor

Ba biçe ba Chavez û Nicad, ew in mirovên kor

Lê bila baş bizane, ling jê re nema li vê xakê

Zenge zenge, dar dar, em li pişt in ta Iraqê

Bibihîzin ya Al El-Esed, bi me re gihişte serê poz

Hun dê bidin baca xwe, xwelî li serê we û bi ser de toz

Yek bi yek hun tên destê me, û dadgeh li benda we

Tawankar, kujer, bêwijdan, ji yê biçûk heta ca we

Ji we ve dem dema berê ye, hun dê bimînin bêhesab

Lê şaş nebin nislê kerê, dawiya wê vaye hat

Em dê rizgar bikin milet, ji zor û stema we bi ser de rişt

Û ava bikin bo me tevan, welatek mîna bihişt


Ba serê me sax be

Lê dilê me şa be

Hêviya me heye

Serkeftin a me ye


Ew dê rabe rabe

Roj an mehek mabe

Vîna gel biryar e

Ji demê re hişyar e


Na na, nabe ku em şehîdên xwe ji bîr bikin

Dê li şopa wan bin em û erka wan bi serî bikin

Xwîna wan giranbuha ye, ne av û neku ba ye

Belku kanî ye bo me, û bêguman hertim waye

Mane ji bo me bû wan giyanê xwe kirin gorî

Em in memnûnê wan, çi niha û çi dema borî

Navên wan çirûsk in, roniyê didin rêya me

Em dê berdewam bin, ta rizgar bibe welatê me

Me divê azadî, dadmendî, yeksanî

Ev nirx bi erzanî nayên bo me ji ezmanî

Lehengan bo me gotin, ji peyvên wan re em ker man

Lê niha nabe cardî em bimînin bêziman

Şoreşa azadiyê deng vedaye, û dê her bide

Vêger her nîne, em berdewam in ta bibe

Serkeftin bo me, û şikestin bo wan

Rûmet û parastina mafên mirovan

Ciwanên kurd hun hêviya me ne, lê ji kerema xwe

Bidomînin berxwedanê, biparêzin yekîtiya xwe

Fêr bibin ji partiyan, bibînin çi bi serê wan hat

Her tişt ji dest dan, û milet bi wan re maye mat

Pêncî sal in û ew ji me re dibêjin ev û ev

Di kêliya rastiyê de, xwe dane hev û kirin rev

Eger pêşengê gel in, îcar çima nexuya ne

Hin di meha hingivîn de, li ber peravê derya ne

Car caran çend heb ji wan tên, ew jî bi rastî û bêguman

Da roja dî bibêjin ew derketin bi hezaran

Lê weha êdî nabe, bila baş bizanin

Em jîrên îro ne, ne weku berê nezan in

Berbanga me rûdaye, tîrêjên wê li ber çav in

Û vîna me bihêz e, nefikirin em bêkar in

Em baş dizanin di ber çi de em dikin xebat

Çare ew e ku guhertin bête welat

Kurd û Ereb û Aşûrî û hemû pêkhateyên dî

Dê bi hev re bijîn, weku bira bi azadî

Çarenûsa me yek e, lê erka me pêşî ew e

Mala Esed ji vir biçin, û xweşî her dê bêtewe

Me sond xwariye ku şehîdên me ji bîr neçin

Dest di dest e, nabe ku em bi hev kevin

Nifşê bê li hêviya me ye, da bo wan bikin tiştekî

Nabe ew jî mîna me bên gurandin wek berxekî

Dê dabîn bikin bo wan, jiyaneke xweş û aram

Û pêşerojeke geş, dûr ji stema kurê heram

Bi soz û peyman, em dê wî nehêlin

Bimîne bê siza, nebêjin em newêrin

Dawiya wî hatiye, kurê Haviz yê tolaz

Bîna pîs pê ketiye, nehêjaye nîv pîvaz

Berdewam in, berdewam, ta dawiya vê rêkê

Xwedê bi me re be, û şehîdên me hembêz kê


Ba serê me sax be

Lê dilê me şa be

Hêviya me heye

Serkeftin a me ye


Ew dê rabe rabe

Roj an mehek mabe

Vîna gel biryar e
Ji demê re hişyar e
...
--
Him Omar
Brussels, Belgium
himomarr@gmail.com
+32 486 958 485 begin_of_the_skype_highlighting

© KDPS.info- 2011-2015  ßá ÇáÍÞæÞ ãÍÝæÙÉ