" إن من ينكر وجود الشعب الكوردي في سوريا كمن ينكر وجود نهري الفرات ودجلة"

  ÇáÍÒÈ ÇáÏíãÞÑÇØí ÇáßæÑÏÓÊÇäí Ü ÓæÑíÇ 


Nedim yosef yek ji shehidên Gelê meyî kurde 22.5.2011

Gotina KDP-S:

Silav û rêz li we hemî besdarên hêca û bi rumet.

Bi girêdaneke telefunê berî sehid bi keve, bi cend rojekê.
Nemir Nedîm Yusif hezar mêhrebanî û dilovanî li gîyanê wî pakrewan be, ji Mere gut.

Gelek ji welat parezên gelê meyî kurd windane, mafên wan hatine bin pêlav kirin . em wejî ji wan kesan dêjmêrin.

Ez hewl Didim ku di roje pêsên kurt de, tistekî li ser wan kesan binivsînim, ta ku bi tîpên zêrîn dîroka wan bête ziman.

Bi rasti me nizanîbu ku ew li ser xwe Axaftinê dike . Û Ewê bi lez û bez, bi temenekî bi bicuk(42 sal) koca xwe ji nav me barke û bice . û sehid bi keve, bi destê cekdarekî dînî holendî, we ku agahdarî giha destê me.

Nedîm wek dostekî meyî gelekî nîzîk bu, vê ku em ru bi ru hevdu binasin.

Me gelek caran goftegoyên kur li ser pirsgirêkên gelê meyî kurd bi taybatî, û gelên surî û rewsa welat bi gelemperî kiribun, gelekî ramanên me û dîtinên nîzîkî hevbun.

Ew welatparêzekî qehreman bu, rast û durust bu bi bîr û baweryên xwe re.

Xwesk û birayên hêca em hemî dizanin ku nedîm yosif bê hemdî xwe wek sedhezaran ji welat parêzên surî, ne hindikên wan kurdin, li deverên cîhanê penaber mane, û li kolanên welatên xelkê belengaz di rewseke dijwarde jîya kirin. ji ber ku serî li ber sîtemkarya malabata esed nizim nekirin. Û gelek ês û tengazî û tehlî dîtine, û her weha jîyaneke bê rumet diborînin.

Ji ber vê yekê, em dibînin nemirê gelê xwe, kek nedîm yusif gerek wek sheîdekî welat parêz bête nirxandin, û navê wî bi tîpên zêrîn bête nivîsandin. di diroka gelê kurdî qehreman de.

Em sozdidin te û gelê xwe, ew armancên em bi hevre pê bawer bun, ji bu welatekî (surî - medenî - Asayî - dîmoqratî - fidral) emê bixebitn.

Em hewl didin ku bibne alîkar û pisgir, bi awayên ji me tê, li gel qehremanên xwertên gelên surî ci kurd û ci ne kurd, ewên ku singê xwe dane gule û tup û tivingên rîcîma esed ya xunrij û mêrkuj, ta ku gelê me bigihîne mafên xweyî rewa.

Hezar hezar dilovanî û mêhrebanî li gîyanê te yî pak rewan be.

Tê her bijî di dilê gel û xisim û merovên xwe de.

Xwedê aramekê bide malbat û dost û evîndarên te, ey birayê delal.

Zor sipas ji bu guhdarî ya we.

Encumena seraketî
Partî dîmuqratî kurdistanî surya(KDP-S)

 

© KDPS.info- 2011-2015  ßá ÇáÍÞæÞ ãÍÝæÙÉ